پەیامێکى پیرۆزبایى سەرۆکی پارتی ماف و ئازادییەکان( HAK PAR )بەبۆنەى یەکگرتنەوەى کۆمەڵە
سەرۆکی پارتی ماف و ئازادییەکان( HAK PAR ) ، پەیامێکى پیرۆزبایى ئاراستەى بەڕێزان عەبدوڵڵاى موهتەدى سکرتێرى گشتیی کۆمەڵەى شۆڕشگێڕى زەحمەتکێشانى کوردستانی ئێران و عومەر ئیلیخانى زادە جێگرى سکرتێرى گشتیی کۆمەڵەى شۆڕشگێڕى زەحمەتکێشانى کوردستانی ئێران کرد بەبۆنەى یەکگرتنەوەى کۆمەڵە.
ئەمەش دەقى پەیامەکەیە :
Birêz Abdullah Mohdetî Serokî Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Birêz Omer Îlxanîzade Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan
Birêzan Em bi kêfxoşî û şadî agadar bûn ku herdu alî; Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan yekitiya xwe pêkanîne. Em weha bawer dikin ku yekgirtina we dê hêz bide doza azadiya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat. Ez li ser navê hemû endamên Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PARê silavên herî germ li cenabê we û hemû xwîşk û brayên xwe yên vê yekgirina nû dikim. Wek HAK-PAR em dê her wext piştgiriyê bidin doza azadiya gel û welat û we xwîşk û brayên ezîz. Ez we hemûyan pîroz dikim Her serkeftî bîn.
Düzgün Kaplan
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR
ئهم بابهته 123
جار خوێنراوهتهوه
PM:07:11:29/11/2022